Rojnameger Îsmînaz Temel dîsa nehate berdan
27em Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê di danişîna xwe ya îro de biryar girt ku Hunkar Hudayî Yûrtsever, Îlhan Aslan û Mazlûm Demîrtaş bên tehliyekirin. Lê ji bo rojnameger Îsmînaz Temel, Erkan Kakça û Çoşkûn Yîgîtî biryara berdanê neda.