Girtîgeh û sê helbestvan
Di van rojan de ku cendekên girtiyan ji girtîgehan derdikevin û sê pirtûkên helbestan jî ji girtîgehan derketin. Helbet ne tesadif e, li hêlekê desthilat dixwaze rêya mirinê li ber girtiyan vebike, li hêla din girtî di nava van şert û mercan de, berovajî vê helwesta desthilatê, bi helbestên xwe dixwazin dengên xwe derxin.