Mixalifên Sûriyeyê amadekariyên xwe yên ji bo Astanayê sekinandin
Mixalifên Sûriyeyê bi garantoriya Rûsya û Tirkiyeyê hevpeymaneka agirbestê îmze kiribû. Dihat plankirin ku li paytexta Qazakistanê hevdîtinên ji bo aştiyê bêne kirin û amadekariyên ji bo vê yekê dihatin kirin. Mixalifan dan zanîn ku wan amadekariyên xwe sekinandine.