Li Mihabadê peykerê Hejar Mukiryanî, helbestvanê netewî yê Kurd hatiye şewitandin
Li bajarê Mihabadê, îro danê sibê kesên nasnameyên wan nediyarin agir bi peykerê Hejar Mukiryanî, rewşenbîr û helbestvanê navdarê netewî yê Kurd xistine û zirar gihaştiye beşek ji peykerê wî.