Rojnameger Hatîce Kamerê careke din beraet kiriye
Rojnameger Hatîce Kamera ku ji ber fotografên daxuyaniyên civînên çapemeniyê yên HDP û KCDyê li ser hesabên xwe yên medyaya civakî weşandiye, dihate dadgehkirin. Piştî ku Dadgeha Îstînafê biryara beraetkirina wê betal kir, careke din hatiye dadgehkirin û dîsa biryara beraetê ji bo wê derketiye.