KCKê daxwaz kir ku grevên birçîbûnê bidawî bibin
Hevserokatiya Desteya Birêveberiya KCKê daxuyaniyek belav kir û got ku “Bi wê baweriya ku ji bo mijarên bûne rojev bên şopandin û têkoşînê bi rê û rêbazên nû bidin, em dixwazin grevên birçîbûnê yên bêdem û bêdor bidawî bibin”.