Dîsa cezayê qedexeya hevdîtinê dane Ocalanî
Biroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo ku miwekîlên wan bi malbatên xwe re hevdîtinê bikin, serî li Dadweriya Bicihanîna Cezayan ya Bursayê dabûn. Serlêdana parêzeran bi hinceta ku dîsa cezayê qedexeya hevdîtinê ya ji bo 3 mehan li Ocalanî hatiye birîn, nehatiye qebûlkirin.