Dema qedexe rabûye Meşale Tolûya rojnameger ji Tirkiyeyê derketiye
Rojnamegera Meşale Tolû, piştî 8 mehan li girtîgehê mayî Adara 2017ê ji girtîgehê derketibû lê derketina derveyî Tirkiyeyê ji bo wê hatibû qedexekirin. 20ê Tîrmehê qedexeya li ser wê hatiye rakirin, dema qedexe rabûye ew çûye Almanyayê.