RAPORA GIRTÎGEHA ÎDIRÊ
Gardiyanekî ji girtiyekî re gotiye: Hogir te hîn xwe nekuştiye?
Şaxên Îdirê yên OHD û ÎHDyê derbarê binpêkirinên mafân ên li Girtîgeha Tîpa Syê ya Îdirê pêk hatine de, raporek amade kiriye. Di raporê de hatiye diyarkirin ku odeya bisifinc, lêgerîna şilfî tazî, îşkenceya fîzîkî û devkî, miayenekirina bi kelemçeyan bûne tiştên asayî.