Panzêra polîsan ket nava malê, du zarok mirin
Li navçeya Silopiyê ya Şirnexê şeva borî panzêra polîsan a bizirx dîwarê xaniyekî rûxand û ket nava malê. Di encama vê bûyerê de du zarokên ku li malê razabûn mirin. HDPê li gorî çavdêriyên şahidên bûyerê pirsî ku gelo polîsê panzêr diajot serxweş bû yan na?