Sûriye: Heke ku Tirkiye êrîşî Efrînê bike em ê li balafirên wan bidin
Piştî ku Mevlût Çavûşoglû Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê got, wê operasyona Efrînê bi paş de neyê xistin, bi çend saetan, Mîkdat Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê got, “Heke ku balafirên Tirkan êrîş bikin sîstemên me yên berevaniyê amadene ku wan tune bikin.”