Li Rihayê ji ber îdiaya “îstîsmarkirinê”, êrîşî kargehên Sûriyeyiyan kirine
Li gorî zanyariyan li Hewengê bûyer di 14ê Tebaxê de bûye û welatiyan kesê bi navê F.K. radestî polîsan kiriye. Dadgehê biryara girtina wî daye. Piştî zanyariya bûyerê li navçeyê belav bûye, komek welatî li kolanan êrîşî kargehên sûriyeyiyan kirine.