Dadgehê ceza li rojnamegeran birî, wê werin tehliyekirin
Dadgehê bi sedema ku Qanûna MÎTê binpê kirine 4 sal û 8 meh û 7 roj cezayê girtîgehê li Aydin Keser, Ferhat Çelik û Murat Agirel'î, 3 sal u 9 meh cezayê girtîgehê jî li Barış Pehlivan û Hulya Kilinçê birî. Ji ber ku demekê girtî mane, rojnameger wê tehliye bibin.