Qeyûm ji endamê meclîsê yê mirî faîza deynên avê xwestiye
Şaredariya Sêrtê, Berîvan Helen Işik û Dara Tûrhan jî di nav de ji 25 endamên meclîsê vê carê jî faîza ku hatibû jê birin xwestiye. Faîza hatibû jê birin 761 hezar û 908 TL ye. Wezareta Navxweyî ji ber ku şaredarî ji faîza deynê xwe yê avê bihuriye lêpirsîn li 25 endamên meclîsê yên Şareradiya Sêrtê vekiribû.