Li Bendergeha Derînceyê teqînekê rû daye
Teqîn li embara Ofîsa Dexlûdanan (TMO) pêk hatiye. Valî Seddar Yavûzî gotiye ku “Birîndar hene.” Şaredarê Derînceyê jî diyar kiriye ku “Di destê me de zanyariyên zelal nînin. Me 3-4 hevalên xwe yên birîndar şandin nexweşxaneyê.”