Deklarasyona Newroza 2023an li Amedê hat ragihandin
Partî û rêxistinên Kurdan li Amedê bi daxuyaniyeke hevbeş, deklarasyona Newroza îsal ragihandin û gotin: "Newroza 2023an mizgîniya xelasiya ji desthilatiya AKP-MHPê ye. Em ê bi ruhê Newrozê amadekariyên xwe yên hilbijartina 2023yan bikin û bi ser bikevin."