Parlamentera YSPyê Ceylan Akça: Di rojeva partiya me de boykot tune ye
Parlamentera Partiya Çep a Kesk a Amedê Ceylan Akçayê di civîna têkildarî hilbijartinê de wiha got: "Gotinên weke boykotê hene. Di rojeva partiya me de teqez tiştekî wiha tune ye. Ji bo tûra duyemîn em hemû gelê xwe vedixwînin ser sindoqan. Em ji Erdoganî re dibêjin ‘Em te careke din nakin serok’, ‘Em ê dîsa bi te bidin windakirin’”