Rojnameger Ece Sevim Ozturk hatiye girtin
Piştî ku 13 rojan desteserkirî maye, ji bo rojnameger Ece Sevim Ozturkê biryara girtinê hatiye dayin. Li malpera Oda TV û rojnameya Yenî Şafakê derbarê Ozturkê de nivîs hatibûn nivîsandin û hatibû îdiakirin ku “bi FETOyê re têkildar e”.