Rojnamegeran hin maf bidest xistin lê metirsîdar in
Li gorî Rapora Çavdêriya li Medyayê ya BIAyê di qonaxa Çiriya Peşiyê-Çiriya Paşiyê-Kanûna Pêşiyê de 81 doz pêk hatiye. Di wan dozan de herî hindik 214 rojnameger di sûcên “propagandaya rêxistinê”, “endamtiya rêxistinê” û di 23 sûcên cida de hatine dadgehkirin. Bila 10ê Kanûna Paşiyê Roja Rojnamegerên Dixebitin, pîroz be!