KOMKUJIYA ÊZIDIYAN
Li Şengalê ji 2014ê û vir ve 81 gorên komî ên Êzidiyan hatine dîtin
Alîkarê Wezîrê Karûbarê Enfalkiriyan û Şehîdan ê Herêma Kurdistanê Berevan Hemdiyî gotiye ku li herêma Şengalê heta niha 81 gorên komî yên êzidiyan hatine derxistin û wiha amaje pê kiriye: "Li gorî zanyarî û dokumanên li ber destên me, ev komkujî ye."