Ji ber nûçeya "Bavê 'îstîsmar' li keça/kurê xwe kiriye" doz li rojnamegerê vebûye
Refîk Y. yê ku bi tohmeta îstîsmar li keça/kurê xwe kiriye hatibû girtin û paşê bi şertê kontrola edlî serbest bûbû, giliyê edîtora bianetê, Evrim Kepenekê kiribû. Dadgehê doz li Kepenekê vekiriye.