Walîtiyê filmê derbarê LGBTIyan de qedexe kiriye, parêzeran li ser telefonê film temaşe kirine
Walîtiya Enqereyê bi hinceta “hesasiyetên civakî”, berhevoka kurtefilmên derbarê LGBTI+yan de qedexe kiriye ku bername ji hêla Navenda Mafên Mirovan a Baroya Enqereyê ve haiye amadekirin. Parêzeran li ser telefonên destan li filmî temaşe kirin û biryar bi vî awayî protesto kirin.