Bi îdiaya ku “hikûmet biçûk xistiye” ceza li Barbaros Şansalî birîne
Ji ber ku gotibû “Pîsiya desthilatê li ber çavê cîhanê ye” Erdoganî giliyê modenas Şansalî kiribû. Dadgehê bi îdiaya ku “Milet, hikûmet û dewleta tirkan biçûk xistiye” li gorî Xala 301an 3 meh û 22 roj cezayê girtîgehê, li Şansalî birîne.