Yildirim derbarê Qirkirina Ermeniyan de got: ‘Bûyerên ji rêzê ne’
Serokwezîr Binalî Yildirim derbarê rûniştina li meclisa Almanyayê ya ji bo Pêşnûmeya Qirkirina Ermeniyan de got: ‘Ew bûyerên ji rêzê ne û bêbingeh in. Ew bûyerana di nav şertên Yekemîn Şerê Cîhanê de pêk hatine. Dibe ku di nav her civakê de bûyerên wiha pêk were.’