Dadgeha Destûra Bingehîn dest daniye li ser hesabên HDPyê yên alîkariya xezîneyê
Serdozgeriya Komarî ya Dadgeha Bilind ji Dadgeha Destûra Bingehîn re nivîsek şandibû û gotibû, “ji bo bikaranîna alîkariya xezîneyê ya di kar û barên ji derveyî yên partiyê de bên astengkirin, divê dest deynin li ser hesabên alîkariya xezîneyê yên HDPyê.” Dadgeê li gorî vê daxwazê biryareke demkî daye.