Çavderî û Nirxandinên Akademîya Biharê ya Weqfa Îsmaîl Beşîkcî
Yek ji armanca vê akademîyê ew bû ku ew xwendekarên dixwazin di warê Kurdolojîyê de lêkolînên akademîk bikin li hevdu bidin nasîn û têkîlîyeke di navbera wan xwendekaran de ava bike. Lewma jî lijneya ji bo xwendekaran hatî avakirin her hewl da ku wan kesên ji beş û zanîngehên cûda hilbijêre.