52 MÊR 52 HEFTE / 42 BURAK GORAL
Di serî de jin û zarokan rizgar bikin!
Li gorî lêkolina “Bikaranîna Teknolojiya Înformatîk a Zarokan û Medya” ya Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TÜİK), ji sedî 92.5ê zarokên temenê wan di navbera 6 û 15yan de her roj li televizyonê temaşe dikin. Li gorî heman lêkolînê, piştî 10 saliyê zarok kêmtir li xêzefilman temaşe dikin û bala wan bêhtir diçe ser film û rêzefilmên xumalî.