HDP: Di salvegera derbeya 2yê Adarê de parlamenteriya Semra Guzelê betal kirin
HDPyê di salvegera rakirina parêzbendiya parlamenterên DEPê de daxuyaniyek weşandiye û wiha gotiye: "Bi heman gotin û jiberkirinan parlamenteriya Parlamentera me ya Amedê, Semra Guzelê betal kirin. Şerma ku di salên 90î de hêjayî vî welatî hate dîtin, dîsa dubare dikin.”