2021: Jinan di bianet kurdîyê de çawa cih girtiye?
Li gorî nûçeyên ku bianetê ji rojnameyên herêmî û yên berbelav, ji malperên nûçeyan û ajansan berhev kirine, mêran di navbera 1ê Kanûna Paşiyê ya 2021an û 23ê Çiriya Paşiyê ya 2021an de, ango di 327 rojan de herî hindik 285 jin kuştine. Ji jinên ku mêran kuştine sê jê jinên trans bûne.