Bi hezaran werzîşvanên LGBTI li Parîsê kom bûne
Bernameya Lîstikên Hevzayendan a 10em (Gay Games) îsal li Parîsê bi rê ve diçe. Di bernameyê de li gel pêşbaziyên sporê wê li ser wekhevî û curbicuriya di sporê de jî bên nîqaşkirin. Ji 91 welatan 12 hezar û 700 kes beşdarî pêşbirkan dibin.