Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Prof. Dr. Ziya Selçûk, Wezîrê Perwerdeya Netewî dest ji wezîfeya xwe berdaye û li şûna wî Prof. Dr. Mahmût Ozer ji bo wezîrtiyê tayîn kirine. Recep Tayyîp Erdogan, Serokomar û Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) she alîkar ji bo Wezareta Perwerdeya Netewî tayîn kiriye.
Biryara Erdoganî di Rojnameya Fermî de hatiye weşandin ku tê de gotiye, 'daxwaza bexşandina ji wezîfeyê' ya Ziya Selçûkî hatiye qebûlkirin û li şûna wî Mahmût Ozer, Alîkarê Wezîrî bûye Wezîrê Perwerdeya Netewî.
Ozer, rektorê Zanîngeha Bulent Ecevîtî bû
Prof. Dr. Mahmût Ozer, alîkarê Ziya Selçûkî bû, Serokatiya Navenda Bicihkirin û Hilbiwartinê ya Xwendekaran (OSYM) û Rektoriya Zanîngeha Bulent Ecevîtî kiriye.
Erdoganî her weha Prof. Dr. Petek Aşkar, Prof. Dr. Ahmet Emre Bîlgîlî û Dr. Sadrî Şensoy jî weke alîkarê Wezîrê Perwerdeya Netewî tayîn kiriye.
Selçûkî biryara xwe li ser hesabê xwe yê Twitterê aşkere kiriye û gotiye: "Ji îro û pê de wezîfeya min a Wezîrtiyê ya Perwerdeya Netewî bidawî bû. Ez spasiyên xwe pêşkêşî Serokomarê me Birêz Recep Tayyîp Erdogan dikim ku derfeta karkirina bi zarokên welatê min re da min."
Her weha xwestiye Mahmût Ozerê ku li şûna wî hatiye wezîfedarkirin serkeftî be. (EMK/FD)