Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
“Ma zilamtî miriye?
Na, nemiriye, jinan dikuje.
Mirovatiya me jî!..
De ka werin em him ji zimanê xwe û ji jiyana xwe bavêjin vê qurebûna hov û cidaxwaz.
“Mirovatî” bêyî cidakariyê bike me hemûyan hembêz dike, ev bes e û zêde ye.
Di têkoşîna jinan a ‘maf û wekheviyê’ de em bi wan re ne.”
Komeke mêran piştgiriya têkoşîna azadî û mafan a jin ji bo Peymana Stenbolê didin kirine. Ji bo vê jî belavokek weşandine. Mêran di belavoka xwe de ew hevokên li jor nivîsandine.
Rojnameger Celal Başlangiç, parêzer Bulent Ûtkû, Doç. Dr. Çaghan Kizil, nivîskar Emîp Çapa, hunermend Mazlûm Çîmen jî di nav de 345 mêran îmze avêtine bin vê belavokê.
“Ma zilamtî miriye?”
Kesên îmze avêtine bin vê belavokê vîdeoyek jî amade kirine. Di vîdeoyê de muzîsyen, bestekar, nivîskarê stranan û mafparêz Şanar Yurdatapanî belavok xwendiye.
(SO/FD)