Di 30 salîya roja qebûlkirina Hevpeymana Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî de zarokan li Amedê bi çîrokan behsa mafên xwe kirine.
Neteweyên Yekbûyî hevpeymana navborî 20ê Çiriya Paşiyê(meha 11.) a 1989ê qebûl kiribû.
Komeleya Koçberî û Wekfa Piştgiriya Însanî çîrokên zarokan nivîsîn û wêneyên wan xêz kirîn wek kitêbekê amade kiriye.
Pêşgotina kitêbê ev e:
“Pirtûka me ya bi navê “Çîrokên bi wêne yên der barê Mafê Zarokan de” bi piştgiriya “Bernameya Piştgiriya Biçûk” a Mîkro-Fonê di bin pêşengiya Komeleya Koçberî û Wekfa Piştgiriya Însanî de hatiye amadekirin. Em bi vê projeya xwe dixwazin bandoreke erênî li polîtîkayên civakî yên di der barê mafên zarokan de bikin, hestiyareke civakî ji bo mafên zarokan û ji bo komên di bin xeternakande ne bi afirînin ku Peymana Mafê Zarokan li her derî bê şêk û bêguman bikeve meriyetê. Piştîgirî dana xebatên der barê geşkirin û bihêzkirina mafên zarokan ji bo civakeke demokratîk xaleke jêneger û jiyanî ye.
Bîst zarok, keda çar meh û nîvan
“Çareserkirina astengiyên ku zarok di nava civakê de pê re rû bi rû dimînin bi perwerdehiyên takekesî, bi têkilî û danûstendinên yek bi yek û bi afirandina hestiyariyeke haylêbûnê pêkane. Ev proje bi tevilbûna bîst zarokan di çar meh û nîv de taman bûye. Di çarçoveya projeyê de xebatên atolye yên drama, huner û çîrokan hatine lidarxistin.
“Wêne û çîrokên ku di pirtûkê de cih digrin hemû berhemên xeyalên zarokan in. Ji bo sererastkirinê be jî me qet dest nedaye. Em ji zarokên beşdar bûn û keda xwe dan re spas dikin.”
(MB)