Fotograf: Meclîsa ISIGê
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Zarokê li Terme, navçeya Samsûnê bindeq kom dikirin, gule li sînga wî ketiye. Zarokê 15 salî û ji navçeya Termeyê miriye.
Li gor nûçeya Ajansa Anadoluyê, Dogan Yilmaz û malbata xwe ji bo çinîna bindeqan çûne bexçeyê li Taxa Akçagunê. Di dema çinîna bindeqan de guleyek ku nayê zanîn ji ku hatiye li sînga Yilmazî ketiye.
Yilmaz bi giranî birîndar bûye û malbata wî ew ji bo nexweşxaneyê veguhestiye. Lê di rê de miriye.
Cendermeyan ji bo cihê ku gule jê hatiye tespit bikin dest bi xebatê kirine.
Di sala 2019ê de 2 hezar û 211 kes bi guleyan hatine kuştin
Li gorî Rapora 2019an a “Nexşeya Tundkariya Biçekan a Tirkiyeyê ya Weqfa Umutê, çapemeniyê behsa 3 hezar û 623 bûyerên biçekan kiriye. Di 2 hezar û 867 bûyeran de çekên guleber (hezar û 402 tiving, hezar û 465 jî devançe) û di 756 bûyeran de jî kêr û yên weke wan hatine bikaranîn.
Di van bûyeran de 2 hezar û 211 kes mirine, 3 hezar û 736 kes jî birîndar bûne.
Di meha Tîrmehê de 7 karkerên zarok mirine
Li gorî daneyên Meclîsa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Karî (ISIG) di meha Tîrmehê de herî hindik 164 karker di dema karkirinê de mirine. 7 ji wan zarok bûne. (AO/FD)