Zarok TV û Radyoya Erîvanê ji bo Cejna Zimanê Kurdî klîpek amade kirine
Zarok TV û Serwîsa Kardî ya Radyoya Erîvanê ji bo 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî klîpek amade kirine.

Zarok TV û Serwîsa Kurdî ya Radyoya Erîvanê, ji bo 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî klîpek amade kirine.
Her du saziyan strana Aram Dîkrani ya bi navê Ay Dil û strana Îlhamî Canî ya bi navê Zimanê Kurdî bi hev ve girêdane û ji nû ve çêkirine. Stran ji nû ve hatiye aranjekirin û bi dengê Tîtalê Keremî dest pê dike ku berpirsê Serwîsa Kurdî yê Radyoya Erîvanê ye.
Bixwîne - Guhdarên ezîz, êdî hemû stranên Radyoya Erîvanê li ser înternetê ne
Ji ber nexweşiya Covid-19ê ango vîrusa koronaya nû zarokan li malên xwe stran strane û paşê ev qeyd, hatine pevxistin û klîb di vê encamê de derketiye holê. (FD)
nûçeyên pêwendîdar
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.