Fotograf: HDP
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Parlamentera Agiriyê ya Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) pirsgirêkên ku di pêvajoya perwerdeya ji dûrve de pêktê, ji Zîya Selçûk, Wezîrê Perwerdeya Neteweyî pirsiye.
Taşdemîrê diyar kiriye, piraniya xwendekarên ku li bajarên Kurdan dijîn ji ber şert û mercên aboriyê nikarin ji perwerdeya ji dûrve sûd werbigirin û weha gotiye, “Pirsigirêka girîng ya esil ya ku ev xwendekarana pê re rûbirû dimîne ewe ku bi zimanê xwe yê dayîkê perwerdeyê nabîne ye.”
“MafÊ herî sereke yê mirovan e ku mirov bi zimanê xwe yê dayikê perwerdeyê bibîne. Astengkirina perwerdeya bi zimanê dayikê jî binpêkirineke herî giran a mafên mirovan e.”
Taşdemîr weha pêde çûye, “Li gorî lêkolînên hatine kirin, zimanên ku di dibistanan de weke zimanê perwerdeyê neyê bikaranîn, hatiye dîtin ku ew zimana bi pêşketina teknolojîyê û modernîzmê re rûbirûyê asîmîlasyoneke sirûştî dimîne. Ezmûnên çandî û dîrokî yê civakan, bi rêya zimanê dayîkê vediguhezin nivşên piştî xwe. Qebûlnekirina zimanê dayîkê qebûlnekirina zarokan e.”(RT/AY/FD)