Ji 32 welatan 239 zanyaran bang li Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî (WHO) û rexistinên din kiriye ku belavbûna vîrusa koronayê ango Covid-19ê ya bi rêka hewayê were qebûlkirin.
WHO dibêje ku hîna delilen baş û tekez bi dest neketine bê ka bi rêya hewayî belav dibe yan na û ev mijar hîna tê gotûbêjkirin.
Li gor nûçeya ku di rojnameya New York Timesê de hatiye weşandin, 239 zanyaran nameyeke aşkere ki WHOyê re nivîsandiye û gotiye ku bila sazî pêzanînên xwe nû bike.
Çav li rê ye ku zanyar vê nameyê di hefteya pêşiyê de li ser weşaneke zanistî biweşînin.
Ev tê wate ya ku dibe mirovên di cîhên hundurîn de ji berê pirtir di bin xetereyek mezin de bin.
Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) ev demeke direje dibêje ku COVID-19 dema ku mirov dikuxikin an jî dema dipişkin wekî dilopên mezin dikevin erdê û vê rêkê belav dibe.
Herwiha îhtîmala belavbûna bi rêya hewayê ji bilî hinek şertên taybet red dike. (FD)
*Çavkanî: dengê amerîka