Fotograf: Pixabay
Zanîngeha Cambridge-ê ya Ingilîstanê, yek ji zanîngehên li cîhanê navdar e, aşkere kiriye ku di sala pêş de jî ew ê perwerdekirina rû bi rû nekin û hemî dersan bi awayê online bidin.
Wê zanîngehê ji ber vîrusa koronayê di meha Adarê de derîyên kampusên xwe girtibûn û dîyar kiribû ku ew ê dest bi perwerdekirina bi rêya înternetê bike.
Berpirsên Zanîngeha Cambridge-ê dibêjin ku wan ji ber parastina mesafeya civakî biryar dane ku ji ser înternetê dersan bidin û dîyar kirine ku ger tedbîrên li dijî vîrusa koronayê dûre biguherin ew ê jinûve biryara xwe binirxînin.
Stephen Toope, Cîgirê Rektorê Zanîngeha Camridge-ê daye zanîn ku divê ew bi baldarî li rewişa şewba vîrusa koronayê binêrin û divê jîyana zanîngehê jî ya li derve xwe li gor şertên nû biguherîne.
Zanîngeha California State ya li Amerîka jî dîyar kiribû ku ew ê di sala pêş de perwerdeya rû bi rû nekin. (FD)
* Çavkanî: dengê amerîka