Yûnis Das albûma xwe ya yekê ya solo weşandiye. Navê albûma Dasî, “Henase” ye. Di albûmê de 10 stran hene.
Yûnis Das, muzîka rockê dike û beriya niha bi koma Teq û Reqê re kar dikir. Piştî albûmek bi navê “Keftûleft” derxistin û hin karên din kirin, Yûnis Das û hevalê wî yê din ê di komê de Erdal Daghanî ji ber kar û barên xwe kom belav kirin û bi serê xwe di karê muzîkê de dewam kirin.
Ji sala 2020an û vir ve dest bi xebata vê albûma xwe ya nû kiriye û çav li rê bû ku di sala 2021ê de albûm biweşanda. Lê ji ber pandemiyê ev pêk nehat.
Dasî albûma xwe çend roj berê li ser platformên dijîtal weşandiye. Hemû gotinên stranan wî bi xwe nivîsiye. Ji ber ku mijara besteyan an jî çêkirina stranên nû di muzîka kurdî de gelek caran dibin mijara guftûgoyan, em dikarin bibêjin ku bi şens û siûd e.
Bi tenê di strana "Çûk û Gul"ê de çarîneke Çarîna pêşî ji rubaîyeke Omer Xeyamî girtiye û adapte kiriye.
Dengê gîtarê berbiçav e
Di albûmê de dengê cûreyên gîtarê berbiçav e. Elektro gîtar, bass gîtar, akûstîk gîtar estrumanên sereke ne. Her weha hunermendî saksafon, klarnet, baterî / drûm jî hilbijartine. Hunermendî bi van enstrumanên din muzîka rockê bi cazzê û hin cûreyên din ên muzîkên re têkel kiriye.
Dasî him produktorî kiriye û him jî aranjeya hemû stranan bi xwe çêkiriye. Navê Erdem Altinsesî em di albûma Dasî de dibînin ku van demên dawiyê di gelek xebatên muzîkê de em navê wî dibihîzin. Altinsesî miks û masteringa albûma Dasî çêkiriye.
Yûnis Das di rocka muzîka kurdî de bi reng û dengê xwe yê xweser û bi mîrateya rocka kurdî, muzîka xwe honandiye û bi gotin ji muzîka xwe re saz kirine. (FD)