Fotograf: Wezareta Dadê
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Parlamenterê Partiya Çepên Kesk (YSP) ê Amedê Cengîz Çandarî serî li Serokatiya Komîsyona Lêkolîna Mafê Mirovan a Parlamentoyê daye û xwestiye ku bila binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehên Amedê bên lêkolînkirin û ji holê bên rakirin.
Çandarî di daxwaznameya xwe de destnîşan kiriye ku binpêkirinên mafan li girtîgehan û şert û mercên neheqiyan ên li girtîgehan tên ferzkirin, di nava raya giştî de her roj belav dibin.
Çandarî her weha bal kişandiye li ser rapora derbarê girtîgehên Amedê de û gotiye: “Rapora bi navê ‘Binpêkirinên Mafan a Girtîgeha Kampus a Amedê’ binpêkirinên mafan, kar û barên şaş û kêfî yên rêveberiyên girtîgehan dikin, pirsgirêk û pêdiviyên bingehîn ên girtîgehan bi rengekî zelal nîşan dide ku Şaxê Amedê Komeleya Mafên Mirovan, Şaxê Amedê ya Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê û Komeleya Piştgiriya bi Malbatên Girtiyan re a Amedê bi hev re serdanên girtîgehên Amedê kirine û hevdîtin bi girtî û rêveberiyên girtîgehan re kirine û ev rapor amade kiriye.Şaxê Amedê ya Komeleya Mafên Mirovan rapor şandibû Komîsyona we.”
Cengîz Çandarî her weha diyar kiriye ku girtîgeh li gorî rêgeza dewleta hiqûqê, mafên mirovan nirxên navnetewî, rewşa Tirkiye tê de ye nîşan didin.
Çandarî ji Komîsyonê xwestiye ku Komîsyona jêr a Mafên Girtiyan bil ez û bez biçin girtîgehên Amedê û rewşê bişopînin. (AS/FD)