*Di 12ê Kanûna Pêşiyê ya 2022yan de li Geliyê Zîlanê hestiyên mirovan hatibûn dîtin
Partiya Çepên Kesk (YSP) ji bo 13ê Tîrmehê roja ku Qetlîama Zîlanê pêk hatiye bibe “Roja Bîranîn û Şîngirtin” projeyasayek pêşkêşî Serokatiya Parlamentoyê kiriye.
Parlamenterê YSPyê yê Mêrsînê Alî Bozanî, projeyasa amade kiriye û tê de gotiye ku “Bila her sal 13 Tîrmehê bibe ‘Roja Bîranîn û Şîngirtinê’.”
Bozanî diyar kiriye ku “Ji bo qetlîam pêk neyên û pêşî li ber hewldanên mîna vê qetlîamê bên girtin, bi rengekî cidî rûbirûbûnek pêk bê û haya civakê ji van tiştan çêbibe.”
Bozanî di projeyaseye xwe de bal kişandiye li ser Qetlîama Zîlanê û gotiye: “Li Zîlanê ya ku bi dehan salan weke herêma qedexe bû, îro hîna êş nû ne. Nifşek sawa qetlîamê hîna jî derbasî nifşê din dike û nifşên nû bi çîrokên vê trajediyê mezin dibin. Ji bo li Tirkiyeyê aştiya civakî mayînde bibe, divê yasa bên guhertin û ji bo qetlîamên bi vî rengî pêk neyên divê bên bibîranîn û rûbirûbûnek çêbibe.” (FD)
*Çavkanî: MA