YSKyê encamên hilbijartina Serokomariyê aşkere kiriye
Ahmet Yener ragihandiye ku Recep Tayyîp Erdogan ji sedî 52,18 û Kemal Kiliçdaroglu jî ji sedî 47,82 ê dengan stendiye.
.jpeg)
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Serokê Lijneya Bilind a Hilbijartinê(YSK) Ahmet Yener diyar kiriye ku encamên dawî yên dengdana tûra duyemîn a Hilbijartina Serokomariyê ya ku di 28ê Gulanê de hatiye kirin ji Rojnameya Fermî re şandine.
Serokê Giştî yê YSKê Yener ragihandiye ku li gorî encamên dawî yên hilbijartina Serokomariyê ya tûra duyemîn, Recep Tayyîp Erdogan ji sedî 52,18, Kemal Kiliçdaroglû jî ji sedî 47,82ê dengan stendiye.
(AO/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.