YPG: Şewirmendên me yên leşkerî ji Minbîcê derketine
Yekîneyên Parastina Gelî(YPG) bi daxuyaniyekê daye zanîn ku şêwirmendên leşkerî yên YPGyê ji Minbîcê derketine.

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Yekîneyên Parastina Gelî(YPG) bi daxuyaniyekê daye zanîn ku şêwirmendên leşkerî yên YPGyê ji Minbîcê derketine.
YPG beşa herî mezin a Hêzên Sûriyeya Demokratîk(HSD) ye. Li gor nûçeya Hawarê Meclîsa Leşkerî ya Minbîcê êdî hatiye wê astê ku dikarin leşkerên xwe perwerde bikin.
Li gor nûçeyê li ser daxwaza Meclîsa Leşkerî ya Minbîcê, YPGyê hêzên xwe yên leşkerî digel hêzên hevpeyman rêkirine wî bajarî.
YPGyê diyar kiriye 15ê Tebaxê bajar hatiye azadkirin û di 16ê Çiriya Paşiyê de erkên parastina herêmê ji bo Meclîsa Leşkerî ya Minbîcê hatiye dewrkirin û YPGyê hêzên xwe vegerandine.
(ŞA/MB)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.