Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Yekîneyên Parastina Gel[î](YPG) hêza mezintirîn a Hêzên Sûriyeya Demokratîk(HSD) e, wê da zanîn ku rojhilatê bajarê Dêra Zorê ji DAIŞê hatiye standin.
YPGyê duhî şev daxuyaniyek belav kir. Wê bi daxuyaniyê da zanîn ku digel hêzên hevpeyman ku pêşîkêşa wan Amerîka ye û bi piştgiriya Rûsyayê hêzên wan hêzên DAIŞê têk birine.
Bajarê Dêra Zor li ser sînorê Iraq û Sûriyeyê ye û yek ji bajarên gelek giring e. Herweha bajar wek navenda petrolê ye.
Berdevkê YPGyê, Nûrî Mehmûdî eşkere herên bi “hevkariya eşîretên ereb hatiye satandin.
Bixwîne - DYA: YPG li ser soza xwe sekinî, li rojhilatê Feradê ye
Berdevkê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê, James Mattîsî hefteya borî dabû zanîn ku ew gihane merheleya paşiyê ya têkoşîna li dijî DAIŞê.
Tirkiye naxwaze Tirkiye piştgiriya YPGyê bike lê welê tê dîtin ku hevpeymana Amerîkayê ya herî giring YPG ye.
Rûsyayê jî ji bo operasyonên YPGyê ji hewayê ve piştgiriya wan kiriye û ew parastine.(PT)
Çavkanî: Sputnik, Reuters, Deutsche Welle, Rûdaw.