Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li gorî rêkeftina di navbera Tirkiye û DYAyê de îro, endamên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) dest bi vekişandina ji ser sînorî dikin. Li şûna wan hêzên leşkerî yên herêmî wê bên bicihkirin.
Rêkeftin di navbera rayedarên Tirkiyeyê û DYAyê de pêk hatibû û li gorî vê rêkeftinê, biryar hatibû standin ku Navenda Hevbeş a Liv û Tevgerê bê avakirin.
Di encama avakirina vê Navendê de di 24ê Tebaxê de leşkerên Tirkiye û DYAyê bi helîkopterê li ser herêmê firiya bûn.
Piştî rêkeftinê YPGyî ji herêma ku di navbera Girê Spî û Serê Kaniyê de vekişiyan e. Dirêjahiya vê herêmê 88 kîlometre ye. YPGyî dema vekişiyane çekên xwe yên giran jî bi xwe re birine.
Çavlirê ye ku kûrahiya “Herêma Ewle” li hin deran 5 kîlometre li hin deran jî 14 kîlometre be. Li vir wê hêzên Tirkiye û DYAyê bi hev re bigerin lê ev leşker wê nekevin navendên bajar û bajarokan.
“Yekîne bi çekên giran vedikişin”
Zêdan El Asî, Hevserokê Buroya Berevaniyê yê Rêveberiya Xweser a Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê gotiye ku qonaxa yekem a peymana herêma ewle bi cîh bûye:
“Destpêkê li Serê Kaniyê bendên sînorî hatine rakirin. Yekîneyên YPGyî bi çekên giran vekişiyana xalên xwe yên nû û xalên li ser sînorî radestî hêzên herêmî hatiye kirin.” (PT/FD)
Çavkanî: The Defense Post, Rûdaw