Lijneya Perwerdehiya Bilind (YOK) ragihand ku di wan di bin sîwana saziya xwe de Komîsyona OHALê ava kiriye û derbarê 2239 akademîsyenan de lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Endamê Lijneya Rêveberiya YOKê Prof. Rahmî Er daxuyanî da û got: ‘Di bin sîwana YOKê de Komîsyona OHALê hat avakirin. Em jiwezîfeyêhildan û lêpirsînên li zanîngehan kordîne dikin, ji nêz ve dişopînin.’
Rahmî Er wiha got: ‘Ji duh pê ve li zanîngehên dewletê derbarê 440 profesor, 525 doçent, 654 alîkarê doçent û 654 karmendan de; li zanîngehê taybet (xwemalî) de jî derbarê 97 akademîsyen û karmendan de lêpirsîn hatiye destpêkirin.’
Piştî hewldana derbeya 15ê Tîrmehê li 41 zanîngehan 1617 kes ji wezîfeyê hatibûn derxistin, herî kêm li 12 zanîngehan 234 kes hatibûn binçavkirin û 8 kes jî hatibûn girtin.
Piştî 15ê Tîrmehê 15 zanîngeh jî hatibûn girtin.
(YY/YO)