Wêne: Ajansa Anadoluyê
Li Herêma Kurdistanê, Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) di kongreya xwe ya asayî ya 4emîn pêk aniye. Kongre 5 salan dereng hatiye pêkanîn. Ji bo Konseya Serokatiyê 121 endam hatin hilbijartin.
Li gor nûçeya PUK Mediaya malpera înternetê ya fermî ya YNKyê kongre di 21-24ê berfanbarê da li bajarê Silêmaniyê hat lidarxistin û ji nav nêzî hezar delegeyî 121 kes seba endamtiya Konseya Serokatiyê hatin kifşkirin.
Di lîsteya Konseya Serokatiyê da malbata Celal Talabaniyê avakarê partiyê ku di cotmeha 2017an da mir, jî neguherîn û di statuyên xwe yên berê da man.
Qubad û Pavel Talabaniyê kurên Celal Talabanî, Lahûr Şêx Cengî û Aras Şêx Cengiyê biraziyê Celal Talabanî û ji malbatê Şanaz Îbrahîm Ehmed, Celal Şêx Nacî Talabanî, Ala Talabanî, Pola Sîrwan Talabanî û Begerd Talabanî jî dîsa ketin konseyê.
Ji fermandarên eskerî yên wê partiyê Mistefa Çavreş, Mehmûd Sengawî, Westa Resûl, Aso Mamend, Westa Hesen Asayîş û Wezîrê Pêşmergeyan ê HKIyê yê niha Şoreş Îsmaîl jî ketin konseyê.
Serokomarê Iraqê Berhem Salih, Serokê Meclisa HKIyê Rewaz Faîq û Alîkarê Serokwezîrê HKIyê Qubad Talabanî ji ber wezîfeyên wan ên nav hikûmetê di roja ewil a kongreyê da rasterast ji bo Konseya Serokatiyê hatibûn hilbijartin.
Hê ne diyar e ku ji bo partiyê wê kengê pêşengekî nû were hilbijartin.
(MB)
*Çavkanî: PUKMedia, AA