Kovara Çand, Huner û Wêjeyê ya Guney bi boneya 40emîn salvegera mirina senarîst, lîstikvan û derhêner Yilmaz Guney dê li Navenda Çandê ya Nazim Hîkmet a Şaredariya Esenyurta Stenbolê bîranînek li dar bixe.
Bernameya ku ji bo bîranîna 40emîn salvegera mirina Yilmaz Guney tê li dar xistin wê 15ê Îlonê roja Yekşemê saet di 15.00an de bi sernavê "Hunermendê gel, şervanê gel Yilmaz Guney di 40emîn salvegera mirina xwe de bi me re ye." pêk were.
"Ew hê di nav me de dijî"
Di çalakiyê de nivîskar û hevjîna Yilmaz Guney Fatoş Guney, Tuncay Ozkaradenîz, Tahîr Yuksel û Halîl Yenî wê biaxivin. Di bîranînê de muzîkjen Rewşan, Devrîm Kavalli û Nuriye Aslan wê derkevin ser dikê û belgefîlma Yilmaz Guney jî bê nîşandan.
Kovara Çand, Huner û Wêjeya Guney di daxuyaniya xwe ya li ser bîranînê de wiha got:
"Yilmaz Guney bi dirûşma ‘şervanê gel, hunermendê gel’ hunera xwe ya şoreşgerî saz kiriye û di dilê gelên Tirkiyeyê de cihê xwe girtiye. Tevî ku 40 sal ji ser mirina wî re derbas bûne jî, Guney bi xebat û nêrînên xwe yên şoreşgerî yên ku li pey xwe hiştiye di nav me de jiyana xwe didomîne." (TY/AY)