Yilmaz Encuyê ku li gundê Roboskiyê di encama êrişa hêzên dewletê de bi giranî birîndar bûbû û li nexweşaxaneyê dihat dermankirin, îro canê xwe ji dest da.
Di encama topbarana Fermandariya Leşkeran ya Gulyaziyê de lingê Yilmaz Encu jê bûbû û wî biribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.
Nahêlin ku Ferhat Encu biçe gunde xwe
Li gorî nûçeya Yannis Vasilis Yaylali ku di malpera Bariş İçin Aktiviteyê de hatiye weşandin, hêzên dewletê nahêlin ku Parlementerê HDPê Ferhat Encu biçe gunde xwe.
Ferhat Encu derbarê mijarê de li ser hesebê xwe yê twitterê de got: ‘Ev du roj in nahêlin ku ez biçim şîna xwe. Ti hincet nîşan nadin û weke eşqiyayan min asteng dikin.’
(EKN/YO)