Yildirimê Serokwezîr: Li gor delîlan berpirsa êrîşê DAIŞ e
Bînalî Yildirimê serokwezîr dîyar kir ku şeva dî sê êrîşkaran li ser Firîngeha Atatûrkî êrîş kiriye û bi êrîşê 36 kes mirine.

Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Bînalî Yildirimê serokwezîr dîyar kir ku şeva dî sê êrîşkaran li ser Firîngeha Atatûrkî êrîş kiriye, bi êrîşê 36 kes mirine û ‘’li gor delîlan berpirsa êrîşê DAIŞ e.’’
Li ser êrîşê Bînalî Yildirimê serokwezîr got:
- Heta niho ew kesên mirîn 36 welatî û 3 xwekuj in. Birîna piraniya birîndaran ne dijwar e lê yên birîna wan dijwar jî hene. Ew kesên birîndar têne dermankirin. Li gor delîlan eşkere dibe ku berpirsa êrîşê rêxistina terorî ya DAIŞê ye.
- Carek dî jî bi zelalî eşkere bû ku terorîzm tehdîdeka giştî li ser her deran e.
- Li siet 02:20 yê firokeyan li firîngeha me dest bi firînê kirine. Terorîst bi tirimbêleka ticarî hatine firîngehê û êrîş kiriye.
- Li gor agahiyên destpêkê, piştî êrîşkaran bi çekan li welatîyan reşandîn xwe teqandine.
(NV/MB)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.